Li Helebê êrîsa bi drona kamîkaze: Endamekî Asayîsê birîndar bû

Dîroka Weşanê :
Li Helebê êrîsa bi drona kamîkaze: Endamekî Asayîsê birîndar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Helebê, xaleke Hêzên Ewlekariya Navxweyî (Asayîş) ya bi ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) rastî êrîşeke hewayî hat.

Li gorî daxuyaniya Asayîşê, şeva borî dora saet 23:30an, li taxa Şiqeyêfê (Şikayef) droneke kamîkaze li xaleke hêzên wan xist. Êrîş ji aliyê hêzên girêdayî "Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê" ve hatiye kirin û di encamê de efserekî asayîşê birîndar bûye.

Hate ragihandin ku beriya êrîşa bi dronê, heman hêzan li taxa Şêx Meqsûd gule li xaleke kontrolê reşandine. Hêzên Asayîşê di çarçoveya parastina rewa de bersiv dane û demeke kin pevçûn derketiye.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) jî bûyer piştrast kir û ragihand ku êrîş li dijî HSDyê pêk hatiye.