PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 27ê Mijdarê pêşwazî li civaknas û akademîsyenê navdar ê Kurd Prof. Reşad Mîran kir.
Di hevdîtinê de Serokwezîr Barzanî destxweşî li kar, xebat û berhemên zanistî yên Prof. Reşad Mîran kir û pîrozbahiya bidestxistina ‘Xelata Pûşkîn’ li wî kir ku li Moskowayê di merasîmekê de ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn ve hatibû pêşkeşkirin.
Prof. Reşad Mîran, kêfxweşiya xwe li hember vê pêşwaziyê nîşan da û spasiya pîrozbahî û piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.