Prof. Ahmet Özer: Wê CHP di nav pêvajoyê de be

Dîroka Weşanê :
Prof. Ahmet Özer: Wê CHP di nav pêvajoyê de be

PeyamaKurd – Şaredarê Esenyurtê Prof. Ahmet Özer li ser heyeta çû Îmraliyê ku CHP di nav de nîn bû, şiroveyan kir. Özer got:

“Pêwiste teqez CHP di nav vî karî de be. Lê neçûna CHPê ya Îmraliyê nayê vateya ku dê CHP destekê nede pêvajoyê.”

Ahmet özer di bernama televîzyonekî de li ser mijarên di rojevê de şiroveyan kir. Özer got ku di doza lihevkirina bajêr de tê darizandin û piştî pevajoya aştiyê destpêkir, mesela lihevkirina bajêr ketiye plana duyem.

Li ser mijara pevajoya aştiyê Özer got ku di mijarê de rêzdar Erdoğan erkdarê herî mezine lê di mijarê de biryardariya xwe nîşan nade û ev jî zerarê daye baweriya civakê.

Özer, di mijara pêvajoyê de got ku mijar ne tenê ya Kurdaye lê doza 86 milyon kesên di welat de dijîn, ya temama ye.