PeyamaKurd – Hamîreza Sabît Îsmaîlpûr ku bi tohmeta ku li ser navê îstîxbarata Îsraîlê Mossadê dixebite, li Îranê hat îdamkirin. Ajansa nûçeyan a nîv-fermî Tasnim daxuyaniyek nivîskî ya ji Dadweriyê derbarê îdamkirina Îsmaîlpûr de weşand.
Îsmaîlpûr, ku di 29ê Nîsana 2025an de bi tohmeta "têkilî bi Mossadê re danîn û veguhestina belgeyên nepenî, lîstina rolek di veguhestina wesayîtên barkirî yên teqemenî di navbera bajaran de û dabînkirina piştgiriya lojîstîkî ji bo çalakiyên sabotajê" hatibû girtin, piştî ku bi tohmeta "sîxurtiya ji bo îstîxbarata dijmin" cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, hat îdamkirin.