Li Hewlêrê çar-rêyek bi navê "Kezî"yê tê binavkirin

Dîroka Weşanê :
Li Hewlêrê çar-rêyek bi navê "Kezî"yê tê binavkirin

PeyamaKurd – Encûmena Şaredariya Hewlêrê bi fermî biryar da ku navê "Kezî"yê li çar-rêyeke giring an paytextê were kirin.

Ev biryar îro, 28ê Rêbendana 2026an, di civîneke taybet de bi serokatiya Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw hat dayîn.

Parêzgar Umêd Xoşnaw di civînê de pêşniyar kir ku da ku navê "Kezî"yê bibe nîşana yekîtiya neteweyî û vîna gelê Kurd, li cihekî guncaw ê bajêr were danîn.

Xoşnaw destnîşan kir ku ev nav xwedî pîvaneke kûr a neteweyî ye û sembola yekîtiya nav mala Kurd e.

Endamên Encûmena Şaredariyê bi yekdengî ev pêşniyar pejirandin û tekez kirin ku ev pêngav nîşan dide ku gelê Kurd li her parçeyekî Kurdistanê xwedî yek hiş û yek ruh e.