PeyamaKurd – Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) beriya du hefteyan ji bajarê Reqayê vekişiyan, pêvajoya radestkirina çekan a endamên berê yên vê hêzê berdewam dike.
Li gorî agahiyên ku rayedarên hikûmeta Şamê dane ajansa Reutersê, rojane di navbera 400 û 500 endamên berê yên HSDyê—ku piranî ji eşîrên Ereb pêk tên—çekên xwe radestî navendên lihevkirinê yên hikûmetê dikin.
Hate diyarkirin ku ev kes piştî destpêkirina êrîşên artêşa Sûriyeyê ya li ser herêmê, ji HSDyê veqetiyan û aliyê xwe guherandin.
Bi vekişîna HSDyê û piştgiriya eşîrên Ereb, bajarê Reqayê bi temamî ketiye bin kontrola hikûmeta Şamê.
Reqaya ku di sala 2017an de ji aliyê HSD û piştgiriya Amerîkayê ve ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin, niha di nava guherîneke mezin a leşkerî û siyasî de ye.