Rûsya: Amerîkayê li Filîpînan dest bi komkirina servanan bo serê Ukraynayê kiriye

Dîroka Weşanê :
Rûsya: Amerîkayê li Filîpînan dest bi komkirina servanan bo serê Ukraynayê kiriye

PeyamaKurd- Rûsyayê îdîa kir ku DYA ji bo artêşa Ukraynayê li Filîpînan leşkerên kirêgirtî kom dike.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, got: "Li gorî agahiyên gihîştine me, nûnerên Amerîkî li Filîpînan kampanyayek dest pê kirine ku welatiyên herêmî yên ku dê li ser navê Hêzên Çekdar ên Ukraynayê şer bikin, kom bikin. Li karmendên berê yên polîs û dezgehên ewlehiyê yên Filîpînî û leşkerên teqawîtbûyî digerin."

Zaxarova herwiha diyar kir, "Ji welatiyên vî welatî yên ku peymanê îmze dikin, vîzaya kar a Şengenê ji beşa konsolosxaneyê ya Balyozxaneya Almanyayê ya li Manîlayê tê dayîn."

Hîn DYA û Filîpînan derbarê van îdîayên Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova de daxuyaniyek nedane.