Mesrûr Barzanî bi Konsulê Çekya re civiya: Êrîsa Kormorê hate sermezarkirin

Dîroka Weşanê :
Mesrûr Barzanî bi Konsulê Çekya re civiya: Êrîsa Kormorê hate sermezarkirin

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 27ê Mijdarê pêşwazî li Konsulê nû yê Çekyayê kir.

Mesrûr Barzanî, li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand: “Me pîrozbahiya Konsulê Giştî yê nû yê Komara Çekê li Herêma Kurdistanê Lukasz Gyric kir.”

Serokwezîr Barzanî got: “Me piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo biserxistina erkê Konsulê Giştî yê nû yê Komara Çekê li Herêma Kurdistanê diyar kir.”

Konsulê Giştî yê nû yê Komara Çekê jî daxwaza welatê xwe ji bo xurtkirina têkiliyan bi Herêma Kurdistanê re di warên cuda cuda de tekez kir.

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Me êrîşa terorîstî ya li ser Zeviya Kormorê û jêrxaneya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê bi tundtirîn awa şermezar kir.”