PeyamaKurd – Korûş Huseynî (52 salî), xiristiyanekî Efxanî ku li bajarê Kerecê dijî, ji bo cîbicîkirina cezayê xwe yê du salan ê girtîgehê hat girtin. Huseynî ji aliyê rayedarên Îranê ve hat binçavkirin û neqlî Girtîgeha Qezl-e-Hesarê hat kirin.
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirov a Hengawê, cezayê wî di Tîrmeha 2018an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Şahriyarê ve hatibû dayîn. Tohmeta li dijî wî "avakirin û endambûna komekê bi armanca têkbirina ewlehiya welêt" bû, ku ev tawan bi gelemperî li Îranê li dijî kesên dînê xwe diguherînin pê tên tohmetbarkirin.
Hat ragihandin ku Huseynî yê ku bêtirî 20 salan e li Îranê dijî, di Kanûna Pêşîn a 2023yan de hatibû girtin û paşê bi kefaletê hatibû berdan.