PeyamaKurd – Îro, 24ê Mijdara 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li kesayetîya siyasî ya Iraqê Îzzet Şabender kir.
Di vê hevdîtinê de, pêşketinên dawî û rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî hatin gotûbêjkirin.
Serok Barzanî û Îzzet Şabender bal kişand ser encamên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê û herwiha qonaxa piştî hilbijartinan jî bi berfirehî nîqaş kirin. Her du aliyan li ser pêşeroja siyasî ya Iraqê û girîngiya avakirina hikûmeteke bihêz û istiqrar a li Iraqê guftûgo kirin.