PeyamaKurd – Şandeya ji "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya ku di Meclîsa Tirkiyeyê de hatiye avakirin, îro ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re ber bi Girtîgeha Girava Îmraliyê ve çû.
Şandeya ku bi helîkopterê ji Stenbolê rabû, ji endamên cuda yên partiyên siyasî pêk tê. Di nav şandeyê de Cîgira Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê MHPyê Fetî Yildiz, û ji Partiya AKPyê Huseyîn Yayman hene.
Tê payîn ku di vê hevdîtinê de, şanda komîsyonê guh bide nêrînên Abdullah Ocalan.