Serokê Lubnanê: Em amade ne sînorên bejahî û deryayî bi Sûriyeyê re diyar bikin

Dîroka Weşanê :
Serokê Lubnanê: Em amade ne sînorên bejahî û deryayî bi Sûriyeyê re diyar bikin

PeyamaKurd – Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun ragihand ku welatê wî amade ye sînorên xwe yên bejahî û deryayî bi Sûriyeyê re destnîşan bike. Aoun di hevdîtina xwe de ya li gel şandeyek ji rojnamevanan li Qesra Baabda ya Bêrûdê, rewşa têkiliyên di navbera her du welatan de nirxand.

Aoun diyar kir ku têkiliyên di navbera Bêrûdê û Şamê de "hêdî hêdî lê bi pêngavên ewle" ber bi başbûnê ve diçin. Wî eşkere kir ku Fransa nexşeyên sînoran radestî wan kirine û got: "Heke rêveberiya Şamê biryarê bide, komîteya me ya Libnanê amade ye ku dest bi pêvajoya diyarkirina sînoran bike."

Her wiha di hevdîtinê de mijara girtiyên Sûrî yên li Lubnanê jî hat rojevê. Aoun destnîşan kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê, wan daxwaza aktîvkirina peymana hevkariya dadwerî ya di navbera her du welatan de kirine.