The Economist: Pêvajoya astiyê ya Tirkiye û PKKyê ketiye rewsa xitimandinê

Dîroka Weşanê :
The Economist: Pêvajoya astiyê ya Tirkiye û PKKyê ketiye rewsa xitimandinê

PeyamaKurd – Kovara navdar a Brîtanî The Economistê di analîza xwe ya dawî de ragihand ku danûstandinên aştiyê yên di navbera hikûmeta Tirkiyê û PKKyê de, tevî destpêkeke bi lez, niha rawestiyane. Sedema sereke ya vê rewşê ew e ku her du alî li benda gava yekem a aliyê din in û bawerî hêj bi temamî çênebûye.

Li gorî analîzê, Enqere israr dike ku heta PKK bi tevahî çekan daneyîne, mijarên wekî efûya giştî nayên nîqaşkirin. Li hemberî vê, PKK mercê bingehîn ê berdana rêberê xwe Abdullah Ocalan datîne pêş. Kovar destnîşan dike ku di atmosfera heyî ya siyasî de, berdana Ocalan ji ber berteka mihtemel a neteweperestan "ne realîst" e, lê berdana Selahattîn Demîrtaş wekî "jesteke niyeta baş" li ser maseyê dimîne, her çend Erdogan di vî warî de dudil be jî.

Raport balê dikişîne ser nakokiyeke balkêş a di navbera Erdogan û Bahçelî de jî. Tê îdiakirin ku Devlet Bahçelî dixwaze vê aştiyê wekî mîrateya xwe ya siyasî bibîne, lê Erdogan bêtir bi pragmatîzm nêzîk dibe û hewl dide xwe ji rîskên têkçûnê biparêze. Her wiha rewşa HSDyê  ya li Rojavayê Kurdistanê û têkiliyên wan bi Şamê re, fikarên Enqereyê zêde kirine û bûne asteng li pêşiya pêvajoyê.