PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Serok Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy li ser plana aştiyê ya 28 xalî ya Amerîkoyê bo Ukraynayê kom bûn.
Serokan anîn ziman ku ew ê ji bo aştiyeke mayînde û adilane piştgiriyeke bêkêmasî bidin Ukraynayê û herwiha li ser wê yekê jî li hev kirin ku her peymaneke ku dewletên Ewropayê, Yekîtiya Ewropayê (YE) û NATOyê eleqedar dike, pêwistiya wê bi erêkirina hevkarên Ewropayê û lihevkirina hevalbendan heye.
Serokên Ewropayê ji bo guftûgokirina geşedanên dawî yên derbarê plana 28 xalî ya ku tê gotin Rêveberiya Amerîkayê ji bo bidawîkirina Şerê Rûsya-Ukraynayê amade kiriye, bi rêya telefonê axivîn. Di daxuyaniya Serokwezîrtiya Almanyayê de hat gotin ku di gotûbêjê de geşedanên di çarçoveya plana aştiyê ya Amerîkayê ya ji 28 xalan pêk tê, hatin nirxandin.
Merz, Macron û Starmer anîn ziman ku xeta têkiliyê ya heyî, divê bibe xala destpêkê ya peymaneke muhtemel û pêdivî ye ku ev yek piştrast bike ku hêzên çekdar ên Ukraynayê xwediyê kapasîteya parastina serweriya Ukraynayê ya bi bandor bin.