Wê hêzên Amerîkayê li balafirxaneya Samê bicih bibin

Dîroka Weşanê :
Wê hêzên Amerîkayê li balafirxaneya Samê bicih bibin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku hêzên Amerîkayê wê li balafirxaneya Mezê ya leşkerî li Şamê, bicih bibin.

Li gorî nûçeya medyaya Îmaratê, berpirsekî rojavayî gotiye ku Wezare Şer a Amerîkayê (Pentagon) di herdu mehên borî de rêkarên nirxandinê bilez kirine û hejmarek geşt ji bo balafirxaneya Mezê ya leşkerî hatine kirin û hate eşkere kirin, "Êdî diyar bûye ku balfirxane amade ye ji bo bikaranînê".

Du jêderên leşkerî yên Sûrî jî dane xuyakirin ku danûstandinên teknîkî tekezî li ser bikaranîna bingehê ji bo xizmetguzariyên lojîstîk, çavdêriyê û operasyonên mirovî kiriye, li gel serweriya temam a Sûriyê li ser wê baregehê.

Jêderekî agahdar jî daye zanîn ku pirsa vê baregehê di dema seredana fermandarê CENTCOMê Brad Cooper ya Şamê de, hatiye nîqaşkirin.

Beriya niha jî ajansa Reutersê ragihandibû ku Amerîka amadekariya avakirina baregeheke asmanî li Şamê dike.