PeyamaKurd- Blaise Metreweli, ku yekem seroka jin Îstîxbarata Derve ya Brîtanyayê (MI6) ye di dîroka wê ya 116 salî de, di yekem axaftina xwe ya piştî destpêkirina kar gef li Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn xwar.
Metrewelî got, "Bila Pûtîn tu gumanê neke, piştgiriya me ji bo Ukraynayê mayînde ye. Zexta ku em li ser navê Ukraynayê dikin dê bidome."
Seroka nû Metrewelî ku di Cotmehê de kar ji Richard Moore wergirt, di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku Rûsya metirsiyeke "agirker, berfirehker û revîzyonîst" pêk tîne.
Metrewelî di nava raya giştî de weke "C" tê nasîn got: "Îxrackirina kaosê ne şaşî ye, ew taybetmendiyeke nêzîkatiya Rûsyayê ya li ser têkiliyên navneteweyî ye û divê em amade bin ku ev yek dê berdewam bike heya ku Pûtîn neçar bimîne hesabên xwe biguherîne."
Seroka MI6 herwiha bal kişand ser wê yekê ku divê bikaranîna teknolojiyê di têkoşîna li dijî metirsiyên li ser ewlehiya Brîtanyayê, di nav de terorîzm û şerê îstîxbaratî, were zêdekirin.