PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî îro 23yê Mijdarê Yekşemê li Pîrmamê pêşwazî li Konsulê Giştî yê Îmaratê yê nû yê Hewlêrê, Ehmed Hesen Ehmed Silêman El-Şahî kir.
Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Îmaratê li Hewlêrê silavên serokatiya Îmaratê ji Serok Barzanî re gihand û ji bo serkeftina pêvajoya hilbijartinê pîrozbahî lê kir û hêvî kir ku encamên hilbijartinê xizmeta gelê Iraqê bikin. Herwaha Konsulê Giştî yê Îmaratê pesnên pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê da û got ku welatê wî dixwaze têkiliyên xwe bi Herêma Kurdistanê re di warên aborî, bazirganî, teknolojiya agahdariyê, çandinî û warên din de pêş bixe.
Serok Barzanî bi germî pêşwaziya Konsulê nû yê Îmaratê kir û jê re serkeftin xwest û tekez kir ku gelê Kurd her gav helwestek erênî û dostane li hember Îmaratê hebûye û berdewamî û pêşxistina têkiliyên di navbera her du welatan de pêşwazî kir.
Geşedanên siyasî yên li Iraq û herêmê bi giştî mijarek din a hevdîtinê bûn.