PeyamaKurd- Hate ragihandin ku derketina Erebên hawirde yên li Efrînê hatine bicihkirin bo cih û warên xwe berdewam dike.
Ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê dîmen hatine belavkirin ku bi dehan kamyonên kelûpelên malan barkirî ji Efrînê derketine û ber bi Şamê ve çûne.
Li gorî zanyariyan, kamyonên barkirî ji navenda bajarê Efrînê hatine derketine û berê xwe dane Şamê.
Hêjayî gotinê ye, piştî hilweşandina rejîma Esed ve bi dehên hezar malbatên Erebên hawirde ji Efrîn û navçeyên wê derketine û berê xwe dane parêzgeh û bajarên xwe.