PeyamaKurd – Erebistana Siûdî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, piştî serdana Prensê Welîehd Mihemee bîn Selman, daxuyaniyek hevbeş belav kirin û peymanên mezin îmze kirin ku hevkariya xwe ya stratejîk di hemû waran de kûr dikin.
Di nav peymanên giring de, yên berevanî, hişê çêkirî AI), enerjiya navokî ya sivîl, û ewlekariya zincîrên dabînkirinê yên madenên krîtîk hene. Her wiha, ji bo lezandina veberhênanên Siûdî li Amerîkayê û xurtkirina têkiliyên darayî û aborî jî peyman hatin îmzekirin.
Foruma Veberhênanê ya DYA-Siûdî jî bû sedema îmzekirina peymanên bi nirxê 270 milyar dolarî. Ev hevkariyên nû tê payîn ku bandoreke mezin li ser têkiliyên her du welatan bike.