Li Çinara Diyarbekirê gelek wesayît li hev qelibîn: 4 kesan can da, 13 kes birîndar bûn

Dîroka Weşanê :
Li Çinara Diyarbekirê gelek wesayît li hev qelibîn: 4 kesan can da, 13 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li navçeya Çinarê ya Diyarbekirê, qezayeke trafîkê ya zincîrî ku tê de pênc wesayît li hev ketin, bû sedema mirina çar kesan û birîndarbûna sêzdeh kesên din.

Bûyera ku tê de du otomobîl, kamyonek, mînîbus û kamyoneke barhilgir tev li bûn, piştî ku kamyona barhilgir ji rê derket û çû xwarê pêk hat. Li ser agahdariya welatiyan, tîmên tenduristiyê yên 112, AFAD, ewlekarî û cendirme bi lez gihîştin cihê bûyerê.

Li gorî agahiyên destpêkê, sê kesan di cih de jiyana xwe ji dest dabûn û 14 kes jî birîndar bûbûn. Birîndar bi ambûlansan veguhestin nexweşxaneyên derdora bajêr. Piştî bûyerê, rê ji bo demekê ji trafîkê re hat girtin û piştî xebatên paqijkirin û ewlehiyê careke din hat vekirin.

Yek ji birîndarên ku rewşa wî giran bû, tevî hemû hewldanan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Bi vî awayî, hejmara giştî ya kesên ku di vê qezaya trajîk de mirin derket çar kesan, û 13 birîndarên din hîn jî tên dermankirin. Lêpirsîn derbarê sedema qezayê de didome.