PeyamaKurd – Rejîma Îslamî ya Îranê careke dn cezayê bidarvekirinê li ser Kurdekî pêk anî.
Hat ragihandin ku Peyman Ezîzî, xortekî Kurd ê 22 salî û leşkerekî berê yê ji navçeya Salas Babacanî ya Kirmanşana Rojhilatê Kurdistanê, duh, roja Çarşemê, 19ê Mijdara 2025an, li Zindana Navendî ya Kirmaşanê hat bidarvekirin.
Li gorî agahiyên ku ji Tora Mafên Mirov a Kurdistanê hatine wergirtin, Ezîzî bi tohmeta "kuştina bi zanebûn" ya leşkerekî din hatibû sûcdarkirin. Tora Mafên Mirov diyar kir ku bûyera navborî di sala 2023yan de qewimî, dema ku Ezîzî leşkerî di nava artêşa Rejîma Îranê de dikir. Piştî bûyerê, Ezîzî hate girtin û ji aliyê dadgehên Rejîma Îranê ve cezayê bidarvekirinê hat birrîn.