PeyamaKurd – Îtîlafa Dewleta Yasayê ya ku Nûrî Malikî serokatiya wê dike, bi riya berdevkê xwe Eqîl Fetlawî, daxuyaniyeke tund da û ragihand ku ew li dijî dubarekirina peywira Serokwezîrtiya Iraqê ji aliyê Mihemed Şiya Sûdanî ve ne. Fetlawî destnîşan kir ku "hemû pêkhateyên nav Çarçoveya Hemahengiya Şîe rexneyan li xirabiya karên hikûmeta berê dikin."
Fetlawî anî ziman ku "gelek nîşanên neyînî" li ser Sûdanî hene ku rasterast bandorê li ser gel dikin, û ji ber vê yekê ew piştgirî nadin ku Sûdanî cara duyemîn bibe serokê hikûmetê. Wî her weha diyar kir ku "hemû aliyên siyasî yên di hevpeymaniyê de li ser Sûdanî xwedî ramanek xirab in." Lêbelê, wî got ku biryara dawîn dê li ser helwesta partiyên siyasî be.
Li ser pirsekê ka Dewleta Yasa berbijêrekî wan heye ji bo serokwezîrtiyê, Fetlawî piştrast kir: "Erê, namzetek me heye, lê em naha aşkera nakin." Wî diyar kir ku nav dê piştî erêkirina lijneyeke taybet a nirxandina berbijêran were eşkerekirin.