PeyamaKurd – Bi sedema şerê Sûdanê yê nav xwe, millet perîşan bûye û ji ciyên xwe koç kirine. Îro di dinyayê dê pêdiviya xelkê sûdanê bi alîkariyê heye û ji Tirkiyê ji lîmana Mersînê keştiyekî 10 hezar kon barkirî ket ser rêya Port Sûdanê
Keştî bi serpereştiya AFADê hat amadekirin û bi taybetî bo hewandina koçberan konan şandin. Ev keştiya duyeme ku diçe Port sûdanê.
Xebata NY ya li Sûdanê dewam dike. Li Sûdanê li Darfûrê li bajarê Faşirê ew kesên bi sedema şer ji ser axa xwe rabûn û koç kirin, desteka bo wan bi hevkariya NY Rêxistina Koçê dewam dike.
Di çarçova destekê de, AFAD a Tirkiyê 30 hezar kon amade kiriye ku berê 10 hezar kon şandibû Port Sûdanê û niha bi heman jimarê desteka duyem ket ser rêya Sûdanê ku wê ewilî here Erebistana Saûdiyê û ji wê derê here Sûdanê.
10 hezar çadirên mayî ewê bi keştiya sêyem bişînin Port Sûdanê.