Medya Erebî: Rakirina "Yasaya Sezar" bi sertên giran ve girêdayî ye

Dîroka Weşanê :
Medya Erebî: Rakirina "Yasaya Sezar" bi sertên giran ve girêdayî ye

PeyamaKurd – Li gorî nûçeyên ku di medyaya Erebî de cih girtine, pêşnûmeya biryara ji bo betalkirina "Yasaya Sezar" (Caesar Act), a ku ceza û ambargoyên giran li ser Sûriyeyê ferz dike, bi çend mercên "hişk" ve hatiye girêdan.

Ji bo ku ev ceza li ser rêveberiya Şamê werin rakirin, tê xwestin ku hikûmeta Sûriyeyê van pêngavan bavêje:

Mercên Sereke:

  1. Bidûrxistina Biyaniyan: Divê hemû şervan û kesayetên biyanî ji postên bilind ên dewletê, saziyên fermî û ajansên ewlehiyê bên bidûrxistin.
  2. Nûneratiya HSDyê: Divê gavên rasteqîn ji bo cîbicîkirina "Peymana 10ê Adarê" bên avêtin. Di vê çarçoveyê de, dayîna statu û nûneratiya siyasî ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî mercekî sereke tê danîn.
  3. Mafên Kêmeneteweyan: Divê parastina kêmneteweyan bê misogerkirin û rê li ber beşdariya wan a di desthilatdariyê de bê vekirin.
  4. Têkoşîna li dijî DAIŞê: Divê şerê li dijî bermayiyên DAIŞê bi awayekî çalak bidome.

Pêşnûme bi tenê bi gavên siyasî sînordar namîne; di heman demê de mekanîzmayên kontrolê jî ferz dike:

Raporên Periyodîk: Ji bo şopandina cîbicîkirina van mercan, divê di heyama çar salan de, her şeş mehan carekê rapor bên pêşkêşkirin.

Têkiliyên bi Îsraîlê re: Tê xwestin ku derbarê ewlehiya sînorê bi Îsraîlê re kanalên ragihandinê yên zelal bên avakirin.

Aborî: Divê rêveberiya Şamê têkoşîneke xurt li dijî şûştina pereyan bide meşandin.