PeyamaKurd – Pirtûka lêkolînî ya bi navê "Dibistana Hizirî" (Hînbûna Hizirê - Bîrnasiya Cîgehê), ku berhema Dr. Hejar Restem Mela Şehmo ye, cara yekem bi zimanê Kurmancî gihişt ber destê xwendevanan. Ev pirtûk ji aliyê nivîskar û wergêr Dilawerê Zengî ve ji zimanê Erebî hatiye wergerandin.
Naveroka Pirtûkê
Pirtûk li ser mijarên felsefî, derûnnasî û bîrkariyê (matematîk) radiweste. Nivîskar di pirtûkê de behsa neh hevkêşeyên sereke dike û her hevkêşeyekê bi 19 awayên cuda şîrove dike. Armanca pirtûkê ew e ku têkiliya di navbera hiş, cîh û hizirandinê de zelal bike.
Di pirtûkê de nêrînên gelek zanyar û pisporan ên li ser "aqil û hiş" cih digirin. Çend mijar û sernavên sereke yên ku di pirtûkê de hatine nîqaşkirin ev in:
Agahiyên Çapê
Pirtûk li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê "Çapxaneya Mîran" ve hatiye çapkirin.
Nivîskar: Dr. Hejar Restem Mela Şehmo
Wergêr: Dilawerê Zengî
Dîzayna Bergê: Hunermend Emîn Ebdo
Rûpelsazî: Şengo Dumilî
Rûpel: 158
Sal: 2025
Ev berhem wekî çavkaniyeke nû ya bîrnasî û hizirî, pirtûkxaneya Kurdî dewlemend dike.
Muhemed Mela