PeyamaKurd – Tevî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump duh ragihandibû ku Tayland û Kamboçya li ser agirbestê li hev kirine, şer li ser sînorên her du ji nû ve gurr bûn.
Serokwezîrê Taylandê Anutin Charnvirakul ragihand ku tenê çend demjimêr piştî daxuyaniya Trump, herêma sînorî hatiye bombebarandin û heta gef bidomin ew ê operasyonan bidomînin.
Her çend di Cotmeha borî de peymaneke aştiyê hatibû îmzekirin jî, krîza sînorî ya navbera her du welatan hîn çareser nebûye û şer berdewam e.