Amerîka û Îran li ser maseya mizakereyan: Gelo nakokiyên bingehîn dê werin çareserkirin?

Dîroka Weşanê :
Amerîka û Îran li ser maseya mizakereyan: Gelo nakokiyên bingehîn dê werin çareserkirin?

PeyamaKurd – Piştî rawestîneke dirêj a ku ji ber pevçûnên dijwar pêk hatibû, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê li paytexta Omanê, Muscatê, careke din dest bi danûstandinan kirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump yekem rûniştina van hevdîtinan wekî “pir baş” nirxand û diyar kir ku rêveberiya Tehranê amadehiya xwe ya ji bo “lihevkirineke nû” nîşan daye.

Tevî vê yekê, Trump peyama zextê jî domand û ragihand ku fîloyeke mezin a deryayî ber bi herêmê ve di rê de ye; wî destnîşan kir ku vebijarka leşkerî hîn jî “li ser maseyê” dimîne.

Di çarçoveya zextên aborî de, Trump biryarnameyek îmze kir ku “bacên zêde” ferz dike li ser wan welatên ku ji Îranê kelûpelan dikirin.

Li aliyê din, Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî piştî hevdîtina bi şandeya Amerîkî re ragihand ku her çend ew naxwazin bi lez encam bigirin jî, ger mizakere bi vî rengî bimeşin, gihîştina “çarçoveyek giştî ya lihevkirinê” mimkun e.

Hat zanîn ku xala herî krîtîk hîn jî dewlemendkirina ûranyûmê ye; dema DYA rawestandina temamî dixwaze, Tehran tenê amade ye rêjeyê ji sedî 60 daxe “sedî 20”.

Analîzên navneteweyî destnîşan dikin ku Îran ji ber pirsgirêkan di rewşeke zehmet de ye, lê hîn jî di mijara mûşekên balîstîk de ne amade ye tawîzan bide.