PeyamaKurd- Wezîrê Bergiriyê yê Îsraîlê Yisrael Katz îro Yekşemê 16ê Mijdarê ragihand, Xeze dê heta tunela dawîn were bêçekkirin û Hemas dê di xeta zer de ji aliyê hêzeke navneteweyî an artêşa Îsraîlê ve were bêçekkirin.
Katz herwipa got, siyaseta Îsraîlê ya redkirina avakirina dewleteke Filistînê berdewam e.
Wezîrê Îsraîlî, ji bo hêzên li Sûriyê jî diyar kir ku artêşa Îsraîlê dê li çiyayê Şêx û herêma ewlehiyê ya li Sûriyeyê bimîne.
Medyaya Filistînê jî ragihandiye ku vê sibehê xeta zer a rojhilatê Xan Yûnisê ji aliyê Îsraîlê ve hat bombebarankirin.