2 otobusên rêwiyan bi tevahî 4 erebe li hev ketin: 63 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Ugandayê li ser rêya Kampala-Guluyê 2 otobus, kamyonekî û otomobîlekî li hev ketin û di qezayê de 63 kes mirin.
Li gor çapemeniya Ugandayê; qeza li ser rêya Kampala-Guluyê nêzî mala cotyariyê ya bi navê Asili, li gundê Kitaleba çêbûye ji bilî 63 kes mirin çend kes jî birîndar bûne.
Berdevkê beşa çûnûhatê û ewlehiya rê Michael Kananura, ji bo sedema qezayê got; dema otobus xwestiye ji kamyonê derbas bibe bûyer qewimiye. Di heman wextê de otobusa ku ji aliyê dinê de dihat, xwestiye ji otomobîlê derbas bibe û ajotvanên her dû otobusan jî desthilat ji destê wan çûye. Kananura rahiand ku birîndaran birine nexweşxana Kiryandongoyê û dezgeyên tenduıristiyê yên nêz.
Ji bo tesbîta nasnama miriyan û otopsiyê, cesedan birine morga nexweşxanê.
Ev nivîs 22 car hatiye xwendin.




