Li Tarsus a Mersinê 5 erebeyan şewitandin

Li Tarsus a Mersinê 5 erebeyan şewitandin

PeyamaKurd – Li bajarê Mersinê li navça Tarsusê 5 erebeyên ji bo tamîrê biribûn sanayiyê û wan park kiribûn, ji aliyê hinek kesan de hatin tehrîbkirin û hem şewitandin. Dema erebeyan şewitandin, maddeyên ku agir zû pêdixe bikaranîn.

Li gor ragihandina çapemeniyê; bûyer li taxa Tekkeyê di sanayiyê de, derengê çevê de qewimiye. Dema hemwelatî bûyurê ferq dikin bilez agahiyê didin îtfaiyê û polîs. Îtfaiye, diçe sanayiyê û agir vedimrîne.

Paşî polîs li kamerayên der û dorê dinêre û kesekî gumanbar tesbît dike. Di dîmenan de dibînin ku kesekî di serê wî de kapşon heye û li dora xwe dinêre û paşî kefa ku agir geş dike ji erdê hiltîne û ji ber kamerayê wenda dibe.

Piştî polîs li kamerayên din jî dinêrin, piştrast dibin ku gumanbar ew kese û niha ketine pey da nasnama wî tesbît bikin û ew desteser bikin.

Ev nivîs 20 car hatiye xwendin.