Li Amerîkayê hikûmet hat daxistin: 60 hezar kes bê mûçe man

Li Amerîkayê hikûmet hat daxistin: 60 hezar kes bê mûçe man

PeyamaKurd- Li Amerîkayê ji ber ku hikûmet di destpêka vê mehê de bi sedema nakokiyên li ser budçeyê hate daxistin, rayedarên federal ragihandin ku mûçeyên nêzîkî 60 hezar xebatkarên federal ên sektora balafirvaniya sivîl nehatine dayîn.

Girtina hikûmeta Amerîkayê ji ber nakokiyên li ser budçeyê, bandora xwe ya li ser gel roj bi roj zêdetir dike.

Nêzîkî 60 hezar xebatkarên federal ên di sektora balafirvaniya sivîl a DYAyê de, ji ber biryara daxistina hikûmetê mûçeyên xwe wernegirtin. Hin xebatkarên federal anîn ziman ku heke hikûmet girtî bimîne, gelek kes neçar dimînin ku ji teserûfên xwe xerc bikin, deynê karta krediyê nikaribin bidin an jî di karên nîv-demî de bixebitin.

Hêjayî gotinê ye, hikûmeta Amerîkayê di sala 2019an de jî 35 rojan girtî mabû.

Ev nivîs 26 car hatiye xwendin.