Rûsyayê bersiv da daxuyaniya Trump: Pûtîn jî naxwaze dema xwe winda bike

Rûsyayê bersiv da daxuyaniya Trump: Pûtîn jî naxwaze dema xwe winda bike

PeyamaKurd- Berdevkê Qesra Kremlînê ya Rûsî Dmîtrî Peskov, ragihand, ji bo lûtkeya Trump-Pûtîn "dîrokek nehatiye destnîşankirin" û got: "Ne Trump ne jî Pûtîn naxwazin dema xwe winda bikin."

Piştî axaftina telefonê ya Serokê Amerîkayê Donald Trump a hefteya borî bi Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re, Trump ragihandibû, dibe ku ew li Budapeşteyê bicivin, lê paşê gotibû ku "naxwaze hevdîtinê bike."

Nediyariya derbarê hevdîtina ku tê çaverêkirin li Budapeştê di navbera Trump û Pûtîn de pêk were, didome. Piştî daxuyaniya Trump, daxuyaniyek jî ji aliyê Rûsyayê ve hat.

Aliyê Rûsyayê ragihand ku amadekariyên lûtkeya Pûtîn-Trump didomin. Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov, anî ziman ku ji bo lûtkeyê "dîrokek nehatiye destnîşankirin" û got: "Lê beriya wê amadekariyeke hurbînî lazim e. Dibe ku dem bigire."

Derbarê gotinên Trump ên "naxwazim dema winda bikim” jî Peskov hat kirin, wî got: "Ne Trump ne jî Pûtîn naxwazin dema xwe winda bikin."

Ev nivîs 31 car hatiye xwendin.