5 endamên demkî bo Konseya Neteweyên Yekgirtî hatin hilbijartin

5 endamên demkî bo Konseya Neteweyên Yekgirtî hatin hilbijartin

PeyamaKurd – Di civîna giştî ya Neteweyên Yekgirtî (UN) de, bo dewra 2026-2027an, bo Konseya Ewlehiyê 5 endamên demkî hatin hilbijartin. Wê her 5 endamên nû di seha meseleyên ewlehiya kureyî de bo 2 salan xwediyê dengan bin an ku karibin deng bidin.

Wê her 5 endamên nûh di pevajoya sitendina biryaran de bo demkî cîh bigrin, di seha pêşdeçûna aştiya dinyayê de wê roleka aktif bileyîzin. Wê hem karibin bi endamên daîmî re bo peydakirina çareseriya krîzên navdewletî cîh bigrin.

Di dengdana civîna giştî ya NY de, bi dengdana bi dizî, Bahreyn, Kolombiya, Komara Kongo ya Demokratik, Latvia û Liberya, bo endamtiya demkî hatin bijartin.

Wê welatên navborî wê di 01.01.2026an de dest bi karê endamtiya xwe bikin.

Di Konseyê de 15 endam hene, 5 ji wan daîmîne û 10 ji wan yên demkî ne. Endamên demkî tenê bo 2 salan karin hilbijêrin.

Ev nivîs 128 car hatiye xwendin.