Artêşa Lubnanê gefa rawestandina hevkariya agirbestê dixwe

PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Lubnanê ragihand ku ji bo misogerkirina peymana agirbestê ya bi Îsraîlê re, hewlên xwe yên dîplomatîk bi welatên peywendîdar re xurt kiriye.
Wezaretê “êrîşên Îsraîlê” şermezar kir û girîngiya cîbicîkirina biryara 1701ê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî tekez kir.
Artêşa Lubnanê hişyarî da ku dibe hevkariya xwe bi Komîteya Çavdêriya Agirbesta Sêalî re rawestîne, ji ber ”binpêkirinên domdar” ên Îsraîlê û redkirina wê ya têkiliyê bi mekanîzmayên komîteyê re.
Yekîneyên leşkerî yên Lubnanê li cihên ku Îsraîl gefa êrîşê li ser wan xwaribû hatine bicihkirin, tevî îtirazên Îsraîlê, û bi komîteyê re hevrêzî hatiye kirin ji bo kêmkirina alozîyan.
Artêşê diyar kir ku redkirina Îsraîlê ya ji bo beşdarbûnê rola komîteyê û karîgeriya artêşê qels dike, lê pabendbûna xwe bi erkên xwe re dubare kir.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Îsraîl Katz hişyarî da ku ger Lubnan peymanê binpê bike, Tel Aviv dê operasyonên leşkerî bi tundî bidomîne. Wî bang li hikûmeta Lubnanê kir ku Hizbullahê bêçek bike û hilberîna dronên ku sivîlên Îsraîlê tehdît dikin rawestîne, û got:
“Bêyî ewlehiya Îsraîlê, li Beyrûtê aramî û li Lubnanê îstîqrar nabe.”
Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.





