AKP: Wê roja Şemiyê Serokkomar Erdoğan daxwuyaniyekî dîrokî bide

PeyamaKurd – Berdevkê AKPê Ömer Çelik ragihand ku wê roja Şemiyê Serokkomar Erdoğan daxwuyaniyekî dîrokî bide. Ömer Çelik got:
“Wê serokkomarê me roja Şemiyê serê siba daxwuyaniyekî dîrokî bide. Ez hemû hemwelatiyên me dawet dikim da lê guhdarî bikin.”
Berdevk Ömer Çelik tevî bernama NTVyê ya zindî bû û got ku pêvajo weka hat plankirin dewam dike û weha dewam kir:
“ Dewletê bi têkoşîna li dijî terorê de rêbazên cuda bikaraniye. Hêzên ewlehiyê li ser karên xwe ne û niha asta wexta em gihanê, li gor şertan hat dîtin ku rêxistin dest ji sîlihan berde. Di herêma me de hêzên derve rêxistinên terorî bikartîne…Êdî pêvajo di tevgerê de destpêkiriye.
Em naxwazin hêzekî 3em bikeve nav mesele. Ev projeyekî Tirkiyê ye. Wê Tirkiya bê teror bo temamê etnîkan bibe îlham. Berdana çekan wê 3-5 meh dewam bike.
Wê komisyona meclisê nexşerêyekî ji bo berdana çek û fesha PKKê amade bike. Em dixebitin da ji rexneyên muxalefetê sûdê bigrin. Gotinên îxanetê û tawîz rast nînin.”
Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.




