Mesrûr Barzanî: Divê çareserî li ser bingeha destûrê û dabînkirina mafên Kurdistanê be

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Arecî, îro 9ê Tîtmehê li Hewlêrê civiyan.
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de pêşhat û guhartinên dawî û rewşa ewlehiyê ya Iraqê bi giştî hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina hevkarî û hemahengiya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de ji bo parastina ewlehî û seqamgiriyê hate kirin.
Herdu aliyan li ser pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexdayê piştrast kir ku divê çareserî li ser bingeha destûrê û bi dabînkirina maf û şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê pêk were.
Ev nivîs 94 car hatiye xwendin.




