Dadgehê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 13 kesan îdam û 219 sal ceza da

Dadgehê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 13 kesan îdam û 219 sal ceza da

PeyamaKurd – Daraza Komara Îslamî ya Îranê ji bo 13 kesên ku li Bûkanê girtîbûn ya ‘tevgera Jin, Jiyan, Azadî’ 12 îdam û cezayê zîndanê jî 219 sal û 8 meh li wan birî.

Dadgehê ji bo Rizgar Babamiri, Pejman Sultani, Soran Ghasemi, Kaweh Salehi, Tayfor Babamiri, Javanmard Mam Khosravi, Ahmad Mamehzadeh, Salar Daghdar, Siamak Eini, Hemin Kermanch, Jalil Moloudi, Hossein Hosseinzadeh û Sware Azizzadeh bi sûcdariya ku ‘Şerê Xwedê kirine’, ‘serhildana çekdarî’, ‘Hevkariya bi îsraîlê û Mossadê re’ û bi ‘endamtiya partiyên Kurd’ wan darizand. Doza Salahaddin Ahmadi ji hinek sûcan beraet kir lê ji bo lêkolîna hûr hê jî dosya nehatiye temam kirin.

Ji girtiyan Tayfur Salimi Babamiri (47), Soran Ghasemi (28), Pejman Soltani (30), Kaweh Salehi (40) û Rizgar Babamiri (42), ji aliyê dadgeha Urmiyê de cezayê îdamê dan wan û ji endamtiya partiyên Kurd 15 sal cezayê zîndanê da wan.

Ghasemi, Salehi û Sultani her yek cezayê sê car îdamê da wan. Beigzadeh Babamiri 2 car cezayê îdamê danê. Salimi Babamiri yê ku bi 1 milyar Tumen kefaletê hat berdan, yek carekî bi îdamê hat cezakirin. Pejman Sultani berê ji aliyê dadgeha zarokan ya eyaleta Azerbeycana Rojava de ji dozekî dinê bi cezayê îdamê hatibû cezakirin.

Hemin Kermanch, Celil Moloudi û Huseyin Huseyinzadeh, ji ber endamtiya Rêxistina Şoreşgerani Kurdistan, Şamaran, Komala û PAKê yên çekdar 12 sal û 8 meh cezayê zîndanê dan wan.

Ahmed Mamehzadeh û Salar Daxdar bi temamî 22 sal û 8 meh ceza dan wan. Di nav cezayan de ji endamtiya grûbên Kurd 12 sal û 8 meh, di rêya operasyonên Mossadê de bi Îsraîlê re hevkarî 6 sal û ji heqareta tevgera li dijî ewlehiya netewî 4 sal ceza dan wan.

Cavanmard Mam Husrewî, bi temamî 35 sal ceza danê. Di nava ceza de di rêya Mossadê de hevkariya bi Îsraîlê re 10 sal, ji endamtiya rêxistinê 15 sal, ji karê qaçax yê satalayta 120 Starlinkê 5 sal û ji tesbîta kesan û tepisandina wan ya li dijî ewlehiyê 5 sal ceza danê.

Ev nivîs 106 car hatiye xwendin.