Wezîrê Derve yê Almanyayê serdana Sûriyeyê dike

Wezîrê Derve yê Almanyayê serdana Sûriyeyê dike

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Almanyayê, Johann Wadephul, îro ji bo serdaneke fermî gihîşt Sûriyeyê. Tê payîn ku Wadephul di çarçoveya serdana xwe de bi Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera û nûnerên hikûmeta nû re bicive da ku pêşeroja welat û pêwendiyên dualî gotûbêj bike.

Berî serdana xwe, Wadephul daxuyaniyek nivîskî weşand û tê de bal kişand ser giringiya stratejîk a Sûriyeyê ji bo Ewropayê. Wî got, "Sûriye cîranê rasterast ê Yekîtiya Ewropayê (YE) ye û her bûyereke ku li Sûriyeyê diqewime, rasterast an nerasterast bandorê li Almanyayê dike."

Wadephul tekez kir ku aramî û îstiqrara Sûriyeyê di berjewendiya Almanyayê de ye û wiha pê de çû: "Em dixwazin Sûriye di zûtirîn dem de ji hêla aborî ve vegere ser piyan." Wî her wiha amaje bi wê yekê kir ku bi hilweşîna rejîma Esed re ji bo gelê Sûriyeyê "serdemeke nû" dest pê kiriye û ew dixwazin piştgiriyê bidin vê pêvajoyê.

Wezîrê Alman destnîşan kir ku welat bi kêşeyên mezin re rû bi rû ye û got, "Birînên kûr ên ku di şerê navxweyî yê 12 salan de vebûne, dê bi dehsalan hewce bike ku baş bibin." Li gorî wî, şertê bingehîn ji bo avakirina Sûriyeyeke azad, ewle û aram ew e ku jiyaneke birûmet ji bo hemû welatiyan bêyî cudahiya etnîkî, olî an civakî were misogerkirin.

Wadephul her wiha behsa zêdetirî milyonek penaberên Sûrî yên li Almanyayê kir û got, "Gelek ji wan ne bi tenê parastin, lê welatekî nû jî dîtine. Hin ji wan difikirin ku vegerin û welatê xwe ji nû ve ava bikin. Ez dixwazim vê têkiliya taybet a di navbera welatên me de bi hevkarên xwe yên li Sûriyeyê re bi kûrahî nîqaş bikim."

Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Almanyayê, Wadephul dê li gel  Ehmed Şera, bi Wezîrê Derve Esed Şeybanî re jî hevdîtinê bike. Tê payîn ku Wadephul piştî Sûriyeyê, serdana Lubnan û Behreynê jî bike.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.