Ehmed Şera partiyeke siyasî ava dike

Ehmed Şera partiyeke siyasî ava dike

PeyamaKurd – Li paytexta Sûriyê, Şamê, di nav liv û tevgereke siyasî ya giring de, amadekariyên ji bo avakirina partiyeke nû ya bi serokatiya Serokê Demkî Ehmed Şera didomin. Li gorî agahiyên ku di medyaya Lubnanî de cih girtine, ev pêvajo bi awayekî "nîv-veşartî" û di nav "derdorên teng" de tê birêvebirin.

Rojnameya El-Mudun a Lubnanî, ji zarê çavkaniyên Sûrî radigihîne ku "Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî", ku bi Wezîrê Derve Esed El-Şeybanî ve girêdayî ye, rasterast çavdêriya proseya hilbijartina endamên partiyê dike.

Tevî van îdiayan, çavkaniyên fermî vê yekê red dikin. Rayedaran ji El-Mudunê re gotine ku armanca sereke ya sekreteriyê ew e ku valahiya siyasî ya piştî hilweşandina Partiya Baesê dagire û sermiyan û milkên partiyê biparêze.

Di heman demê de, tê destnîşankirin ku Wezîrê Derve Esed El-Şeybanî weke "mîmarê sereke" yê partiya nû tê dîtin. Tê gotin ku kesên nêzîkî wî pêvajoya damezrandinê bi rê ve dibin, lê nasnameya wan ji raya giştî re veşartî tê hiştin.

Li gorî çavkaniyan, piştî ku qanûna nû ya partiyan ji aliyê Meclîsa Gel ve were pesendkirin, dê partî bi awayekî fermî were ragihandin. Hin çavdêr vê pêngavê weke beşek ji stratejiya hikûmeta Sûriyê ya "derbasbûna ber bi siyaseta piralî ve" dinirxînin.

Sekreteriya Giştî ya Karûbarên Siyasî, ku di Adara 2025an de hatibû damezrandin, bi xwe bûye cihê nîqaşan. Hin alî ditirsin ku ev sazî bibe "mekanîzmayeke kontrolê ya nû bi şêwaza Baesê", ji ber ku erkên wê çavdêrîkirina çalakiyên siyasî û birêvebirina milkên partiyên berê ne.

Analîst pêşbînî dikin ku piştî pesendkirina qanûna nû û avakirina partiyê, dibe ku rola vê sekreteriyê bi dawî bibe û partiya nû cihê wê bigire.

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.