Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê hişyariya êrîşa terorîstî dide

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê hişyariya êrîşa terorîstî dide

PeyamaKurd – Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê ji ber metirsiya êrîşên rêxistinên terorîst hişyariyek da welatiyên Amerîkayê.

Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê roja Yekşemê, 15ê Hezîranê, bi rêya hesabê xwe yê X daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku "potansiyela tundûtûjî an êrîşên rêxistinên terorîst ên biyanî li dijî karsazî û cihên ku welatiyên Amerîkayê pir caran serdana wan dikin zêde bûye."

"Em ê berdewam bin li ser nirxandina rewşê û peydakirina agahiyên pêwîst ji welatiyên xwe re." Di daxuyaniyê de herwiha ji welatiyên Iraqî hat xwestin ku neçin cihên qerebalix, bi taybetî cihên ku biyanî lê hene.

Di daxuyaniyê de ji welatiyên Amerîkî hat xwestin ku ji bo ti armancekê neçin Iraqê.

 
Ev nivîs 102 car hatiye xwendin.