Çarenivîsa Rojhilatê Kurdistanê: Şer, berxwedan û hevsengiya herêmî

Çarenivîsa Rojhilatê Kurdistanê: Şer, berxwedan û hevsengiya herêmî

PeyamaKurd- Şerê ku 13ê Hezîranê bi êrîşên berfireh ên Îsraîlê bi ser Îranê de dest pê kiriye û hîn jî bi êrîşên herdu aliyan berdewam dike, her diçe girantir dibe. Ev şer ne tenê li ser hevsengiyên Rojhilata Navîn, herwiha li ser eniyên navxweyî yên Îranê, bi taybetî jî Rojhilatê Kurdistanê rasterast bandorê dike.

Wekî demên berê çawa ku êrîşên Îsraîlê yên li ser tesîsên nukleerî yên Îranê û moşekên tolhildanê yên Îranê herêmê dixin nava şer, rejîma Îranê jî zextên li ser Kurdan û neteweyên din ên Îranê zêde dike. Li gorî nirxandinên şarezayên Rojhilata Navîn pêwîst e partiyên siyasî yên Kurd di vê atmosfera aloz de stratejiyên xwe ji nû ve binirxînin, ji ber ku di vê rewşa nû de gel jî di navbera hêvî û tirsê de maye.

Beriya niha rejîma Îranê, êrîşên Îsraîlê weke firsendekê bi kar dianî û êrîş dibirin ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav axa Herêma Kurdistanê. Lê niha ji ber êrîşên giran ên Îsraîlê rewşa rejîmê jî diguhere û dibe ku wekî berê derfetê nebîne bi dijwarî bi ser Kurdan de biçe.

Helwesta partiyên Rojhilat

Partiyên sereke yên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê yên wekî PDK-Î piştî êrîşên Îsraîlê xwedî helwesteke zelal in û yekser dibêjin, divê rejîma Îranê nemîne ango tune bibe. Lê belê çiqasî ji vê re amade ne, hîn nediyar e.

Qelsbûna rejîma Îranê weke firsendekê tê dîtin, lê partiyên mezin ên wekî PDK-Î ji ber nezelaliya aloziyên Rojhilata Navîn hîn helwesteke tund û zelal ji bo rûbirûbûna rejîma Îranê nîşan nedane.

Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê, pêşbînî dikin ku dê êrîşên Îsraîlê yên lawazkirinê girseyên gel ên Îranê ku bi salan e di bin zextên dijwarde têne tepeserkirin, hêvîyeke nû çêbike û bi vî awayî jî eniyeke giştî li dijî rejîmê were avakirin.

Partiyên Rojhilat ên li Başûr

Partiyên Kurd ên Rojhilatî yên ku li Herêma Kurdistanê çalak in, heta niha gelek caran rastî êrîş û gefên tund ên Îranê hatine. Di pêvajoya nû ya Rojhilata Navîn de, dibe ku ew partî hêzên xwe xurttir bikin û vê carê yekser şerekî ji bo mafên gelê Kurd li dijî Îranê bidin destpêkirin. Ji bo vê jî rewşa heyî ji nêzîk ve tê şopandin.

Hêviyên gelê Rojhilat

Gelê Kurd, bi taybet piştî êrîşên Îsraîlê hêvî dike ku rejîma Îranê şikesteke mezin bixwe û rê li ber rizgarbûna ji wê rejîma xedar re vebe. Wekî tê zanîn, dadgehên Îranê rojane Kurdan û Belûçan bi hincetên cûda îdam dikin û herwiha êrîşên girtin, îşkencekirin û tepeserkirinê jî bênavber didomin.

Li aliyê din li nav opozîsyona Îranê û Kurdan berxwedana bi pêşengiya jinan ku bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” piştî kuştina Jîna Emînî hatibû sembolîzekirin, heman wekî sala 2022an zindî ye. Lê belê zexta Îranê ya ku bi behaneya şer zêde dibe jî di rewşa heyî de rêyên protestoyan teng dike.

Herwiha armanckirina kolberan, xirabûna şert û mercên jiyanê û zêdebûna tundiya rojane gelên Îranê lawaz dike. Hêvî heye ku şer rejîmê qels bike, lê di vê rewşa nezelaliyê de, gel ji partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê gavên berbiçavtir hêvî dike.

Rojhilat di serdemeke dîrokî de ye

Şerê Îsraîl-Îranê, dibe ku ji bo Rojhilatê Kurdistanê derfeteke dîrokî be. Wekî tê dîtin heta niha ti amadekariyeke berbiçav ji bo vê nehatiye kirin. Partiyên Kurdên Rojhilat hîn jî neketine tevgerê û êniyeke berfireh li dijî rejîmê ava nekirine. Derengmayîn metirsiya ji dest dana vê derfetê derdixe holê.

Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.