AK Partî: Êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê hêviya aştiya mayînde tune dike

AK Partî: Êrîşa Îsraîlê ya ser Îranê hêviya aştiya mayînde tune dike

PeyamaKurd- Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê, Efkan Ala, di konferansa 4emîn salvegera Danezana Şûşayê de li Azerbaycanê, êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê bi tundî şermezar kir.

Ala got: "Siyaseta bêîstîkrarîya stratejîk a hikûmeta Netanyahu ya li Îsraîlê, bûye tehdîdeke gerdûnî. Ev êrîşa li dijî Îranê, ku qanûnên navneteweyî bi awayekî eşkere binpê dike, hêviyên aştiyeke mayînde li seranserê herêmê tune dike."

Herwiha Ala anî ziman ku divê cîhana nû xwedî nîzam be, ji ber ku rewşa niha ya nediyar û bêserûber nayê domandin.

Efkan Ala bal kişand ser rewşa Xezeyê jî û diyar kir ku Xeze li ber çavên cîhanê trajediyên herî giran ên dîroka mirovahiyê dijî. Ala tekez kir, Tirkiye bi biryardarî dixebite dawî li vê zilmê bîne û riya aştiya mayînde bi avakirina dewleteke Filistînê ya serbixwe û xwedî yekîtiya axê ye ku paytexta wê Qudsa Rojhilat be pêk were.

Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.