Hewlêr | Ji ber şerê Îsraîl-Îranê 220 geştên asmanî hatin hilweşandin

Hewlêr | Ji ber şerê Îsraîl-Îranê 220 geştên asmanî hatin hilweşandin

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku ji ber şerê di navbera Îran û Îsraîlê û girtina qada asmanî ya Iraqê, li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê 220 geştên asmanî hatine hilweşandin.

Rêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ragihand, ji dema destpêkirina şerê Îran û Îsraîlê ji 13ê Hezîranê ve û girtina asmanê Iraqê li hember geştan, wan 220 geştên asmanî hilweşandine.

Ehmed Hoşyar got, heta niha dema ji nû ve destpêkirina geştên asmanî li Iraq û Herêma Kurdistanê ne diyarkirî ye û da zanîn, "Ji ber rawestandina geştên asmanî, Iraq rojane 270 hezar dolar zirarê dike."

Rêveberê Balafirxaneya Hewlêrê tekez kir, "Heta ku metirsî li ser asmanê Iraqê hebe, geştên asmanî dê ji nû ve dest pê nekin."

Ev nivîs 121 car hatiye xwendin.