Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser xwefesixkirina PKKyê daxuyanî da

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê li ser xwefesixkirina PKKyê daxuyanî da

PeyamaKurd – Di 12ê Gulana 2025an de, PKKyê biryarên ku di Kongreya xwe ya 12emîn de hatine dayîn eşkere kir. Li gorî biryaran, PKK hate fesixkirin, têkoşîna çekdarî hate bidawîkirin û xebatên li ser navê PKKyê dihatin kirin bi dawî bûn.

Berdevka Wezareta Karûbarên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarovayê got ku ew hemû gavên ber bi nehiştina tundiyê ve bi kêfxweşî pêşwazî dikin.

Marîa Zaxarovayê li ser vê mijarê bersiva pirsa Kamîz Şedadî ya Rûdawê da.

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku ji sala 1984an vir ve li dijî dewleta Tirkiyeyê têkoşîna çekdarî dimeşîne, biryar da ku di 12ê Gulana 2025an de têkoşîna çekdarî bi dawî bike û xwe fesix bike. Moskow biryara PKKyê çawa dinirxîne? Ev biryar dê bandoreke çawa li ser ewlehiya herêmê bike? Marîa Zaxarovayê di bersiva pirsiyarê de weha got:

“Em her gaveke ku ji bo çareserkirina vê nakokiya berê, heta kûr û bidawîanîna tundûtûjiyê tê avêtin silav dikin. Federasyona Rûsyayê piştgiriyê dide xurtkirina aramiya civakî-siyasî ya Tirkiyeyê ku cîran û hevkara me ya girîng e. Em bawer dikin ku çareserkirina hemû pirsgirêkên heyî yên li wî welatî bi rêya diyaloga aştiyane û demokratîk, û her weha misogerkirina maf û azadiyên hemû komên etnîkî û olî di civakê de bi awayekî pêbawer, dê di berjewendiya hemû gelên Tirkiyeyê de be û her weha dê bibe alîkar ku aştî û ewlehî li herêmê xurt bibe.”

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.