Nêçirvan Barzanî bi cîgirê berê yê serokwezîrê Iraqê re Îsawî re civiya

Nêçirvan Barzanî bi cîgirê berê yê serokwezîrê Iraqê re Îsawî re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Erbîlê bi siyasetmedar û cîgirê berê yê serokwezîrê Iraqê bi Rafi el-İsawi re hevdîtin kir û li ser mijarên siyasî yên Iraqê û têkiliyên Kurdistanê bi Bexdayê re kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser mijarê daxwuyanî da ku di hevdîtinê de li ser rewşa rojane ya siyasî, pêwendiyên navbera Erbîl-Bexdayê û rageşiyên Rojhilata Navîn bandora wan li ser Iraqê çine axifîne.

Nêçîrvan Barzanî û Îsawî bûn hemfikir ku îstîqrara Iraqê biparêzin û Iraqê ji şer û rageşiyên li herêmê dûr bihêlin.

Her dû teref her weha li ser çareseriya pirsgirêkên navbera Bexda-Erbîlê gotin ku divê pirsgirêk di rêya diyalogê de û li gor qanûna destûrê çareser bibin. Ev raman ji bo berjewendiyên temamê xelkê Iraqêye.

Ev nivîs 84 car hatiye xwendin.