HSD: Liv û tevgera DAIŞê li herêmê zêde bûye

HSD: Liv û tevgera DAIŞê li herêmê zêde bûye

PeyamaKurd - Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mehmûd Hebîb Ji Ajansa North Pressê re ragihand, li gorî agahiyên ketine destê wan, vê dawiyê tevgerên çekdarên DAIŞê li çolistanên Sûriyê bi taybet li derdora Şam, başûrê Reqayê, Tedmûr û heta digihe sînorên Iraqê zêde bûye.

Mehmûd Hebîb eşkere kir, hevahengiyên baş di navbera HSDê û hêzên Hevpeyamanan bi serokatiya Amerîkayê de heye û tê çaverêkirin di demeke nêz de operasyoneke hevpar li dijî DAIŞê bê pêkanîn.

Li ser hevahengiyên navbera hêzên Hevpeymanan û hikûmeta Şamê de jî Fermandarê HSDê da zanîn, tu agahiyên wan li ser hebûna alîkariyên leşkerî yên baş di navbera herdu aliyan de nîne. 

Ev nivîs 131 car hatiye xwendin.