Dema hevdîtina şanda DEM Partî û Erdogan diyar bû

PeyamaKurd- Serokwekîlê Koma DEM Partiyê di Parlamentoya Tirkiyeyê de, Sezaî Temellî derbarê pêvajoya çekdanîna PKKê û proseya hatiye destpêkirin de got ku ew dê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re van rojan bicivin û diyar kir, divê pirsgirêka Kurd tenê weke berdana çekan neyê dîtin.
Temellî diyar kir: “Divê daxwazên civakê bicihkirin. Hewceye zemîna hiqûqî were avakirin û temînat were dayin.”
Serokwekîlê DEM Partiyê got: “PKKê di kongreyê de biryara berdana çekan da. Bi awayekî ev dê çêbibe. Pirsa esasî ev e, em ê çi bikin? Dive zemîneke hiqûqî bê avakirin û temînat hebe. Divê bendewariya civakê pêk bê. Tê plankirin ku Şanda Îmraliyê di 8-9ê Tîrmehê de bi serokomar re hevdîtinê bike.”
Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.




