Ewropa dişweite: Rekora germê hate şikandin

PeyamaKurd- Li Rojavayê Ewropayê bi havînê re peleke germê dest pê kir û rekorên germahiyê hatin şikandin. Li Spanya û Portekîzê germahî gihîşt 46 pileyî, li Îtalya û Fransayê ji ber şewatên daristanan "alarma sor" hat ragihandin.
Li Belçîkayê jî ji bo nexweşiyên henase û dil "alarma pirteqalî" hat dayîn. Ev germahiya zêde nîşan dide ku Ewropa jî mîna Rojhilata Navîn di bin bandora guherîna avhewayê de ye.
Tê pêşbînîkirin ku ev pêla germê ber bi bakur ve biçe û Belçîka û Hollandayê jî bixe bandora xwe. Li Belçîkayê, wê germahiya hewayê roja Sêşemê 36-37 pileyî û roja Çarşemê jî 37-38 pileyî be. Ji ber germahiya zêde û rêjeya bilind a şiliyê, metirsiyek mezin li ser kesên nexweşiyên henaseyê û dil heye. Ji welatiyan tê xwestin ku ne mecbûr bin dernekevin derve, vexwarinan zêde bikin û bi taybetî ji bo zarok û kalan baldar bin.
Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.




