"Çekên PKK deyne wê bi rêbazên teknolojîk werin tunekirin"

"Çekên PKK deyne wê bi rêbazên teknolojîk werin tunekirin"

PeyamaKurd - Tê gotin ku li Enqerê ji bo danîna çekên PKKê hejmartina paşve dest pê kiriye.

Di lobiyan de tê gotin ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan "dema herî kurt" ji bo parvekirina dîmenên danîna çekên PKKê bi raya giştî re destnîşan kiriye.

Li Enqerê tê çaverêkirin ku Erdogan bi hevdîtina xwe ya bi şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê re, ango herî dereng di hefteya bê de, bi planekê were.

Tê îdîakirin ku kêliya ku hêzên PKKê çekên xwe deynin wê xwedî "merasîmî" be, bi beşdarbûna rojnamevanan û piştî ku çek werin tomarkirin wê bi rêbazên "teknolojîk" werin "tunekirin".

Ev nivîs 91 car hatiye xwendin.