Serokê Nû yê Dadgeha Federal a Iraqê dest bi kar kir

PeyamaKurd – Serokê Dadgeha Federal a Bilind a Iraqê, Mûnzir Îbrahîm, bi fermî dest bi kar kir.
Hat ragihandin ku Serokê Dadgeha Federal a Iraqê Mûnzir Îbrahîm piştî sondxwarina li ber destê Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd bi fermî dest bi erka xwe kir.
Di 29ê Hezîranê de, Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê teqawidbûna Serokê Dadgeha Federal Casim Mihemed Ebûd pesend kir û Mûnzir Îbrahîm Husên li şûna wî tayîn kiriye.
Mûnzir Îbrahîm kî ye?
Mûnzir Îbrahîm Husên di sala 1963yan de li Bexdayê, ji dayik bûye.
Di sala 1989an de ji Fakulteya Yasayê ya Zanîngeha Bexdayê mezûn bûye.
Ew di sala 1998an de ji Enstîtuya Dadwerî ya Bexdayê mezûn bûye.
Ji sala 2018an vir ve li Dadgeha Federal a Amerîkayê pratîkê dike.
Ev nivîs 87 car hatiye xwendin.




